Cotmeh 23, 2020 08:37 Asia/Tehran
  • Ermenistan: Em bi terora navneteweyî ku Tirkiyê destek didê re şer dikin

Serokkomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan got ku welatê wî bi terora navneteweyî re ya ku Tirkiyê bi hemû çekên xwe destekê didê şer dike.

Sarkisyan di hevdîtinekê li gel rojnameya Al Ahram Weekly ya Misirê ku bi zimanê ingilîzî weşanê dike de got: "Êrişên leşkerî, destwerdana siyasî ya raste rast û nêzîkatiyên wêranker yên Tirkiyê ku destkarê herî mezin ê Komara Azerbaycanê                                       ye rastiyeke ku nîqaş li ser nayê kirin."

Sarkisyan daxuyakirin ku Tirkiyê hewl dide bi rêya çete û terorîstan ji Sûriyê û Lîbyayê "Toreke xirab" ava bike û destnîşan kir "Hebûna wanan wê bihêle ku agirê li tevahî herêrmê û piştî wê gûr bibe."

Serokkomarê Ermenistanê got, armanca sereke ya "êrişên Tirkiyê" qirkirina etnîkî ye, siyaeta ku dewleta Osmanî di destpêka sedsala 20'an de li dijî ermenan pêk anî, dimeşîne.

Serepeyv