Cotmeh 21, 2020 23:09 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê: 68 kes bi Koronayê mirin

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetan de, li Tirkiyê 68 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gorî amarên dawiyê yên ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kirine, li Tirkiyê di rojekê de 2,013 kesên din bi Koronayê ketine û 68 kesan canê xwe jidest dane.

Herwiha li gor amarên hatine belavkirin di nava 24 saetan 1,507 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Li gel dawîn amaran heta niha li Tirkiyê 353,426 kes bi Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 9,513 kesan canê xwe ji dest dane û 308,446 kes jî baş bûne.

Serepeyv