Cotmeh 21, 2020 23:01 Asia/Tehran
  • Dadgeha Amedê hilkolandina doza Tahîr Elçî dîsa paşda xist

Dadgeha doza Tahîr Elçî, daxwaza redkirina dadwerê dadgehê ji bo Dadgeha Bilind şand û rûniştina dozê jî ji bo 3ê Adarê hat paşxistin.

Li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro doza Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat dîtin ku sala 2015an li ber mînareya Çar Ling a Amedê hatibû kuştin.

Di rûniştina dadgehê de jibilî malbata Elçî û parêzerên wî, parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu, hejmareke parlamenterên HDPê, serokên baroyên Amed, Stenbol, Îzmîr, Mêrdîn, Dîlok, Colemêrg, Edene, Êlih, Sêrt û Şirnexê û gelek aktîvîstên mafên mirov beşdar bûn.

Ew polîsên tohmetbarên bûyerê ku nehatine girtin, tevî daxwaza parêzerên Elçî jî li dadgehê amade nebûn û bi rêya sîstema deng û dîmên beşdarî rûniştinê bûn.

Parêzerên Tahîr Elçî di rûniştina dadgehê de nerazîbûn nîşanî helwesta dadger dan û gotin ku rûniştina dadgehê ne li gor yasayan birêve diçe û daxwaza navberekê kirin. Li ser daxwaza parêzeran heta saet14.00 navber bi rûniştinê hat dayîn û bi destpêkirina rûniştinê dadger rê neda parêzer û  Turkan Elçî, hevjîna Tahîr Elçî gotinên xwe pêşkêş bikin.

Heyeta dadgehê jî aşkere kir ku ew dê piştî guhdarîkirina tohmetbaran mafê gotinê bidin Turkan Elçî û Elçî jî ev yek red kir. Lêbelê heyeta dadgehê biryara xwe neguhert û hişyarî da Turkan Elçî.

Parêzerên Tahîr Elçî jî ragihandin, “Li vî welatî serokê baroyekê tê kuştin, dinya dihejelê lê dadgeha we bi helwesta xwe nîşan dide ku ne objektîf e. Eger hûn dê vê israra xwe berdeawam bikin wek dadgeh vekişin.”

Parêzer Mahsunî Karaman jî got, helwesta heyeta dadgehê ne bêalî ye û got, “Qebûlkirina vê doznameyê jî sedemek e bo vekişîna we. Dewlet dê kuştina Tahîr Elçî bê ceza bihêle û hûn jî dibin navgînek bo vê yekê.”

Lêbelê heyeta dadgehê careke din mafê gotinê neda parêzeran û hişyarî da ku ew dê ji dadgehê bên derxistin.

Piştî navberek din a bi dadgehîkirinê, dadger ji bo ku 11.Dadgeha Cezayê Giran biryar bide doz ji bo 3ê Adara 2021an paş xist.

Serepeyv