Serokerkanê Wîfaqê serdana Tirkiyê kir
Hate ragihandin ku Serokerkanê Hêzên Wîfaqê Mihemed El-Hedad serdana Tirkiyê kir û bi Wezîrê Parastinê yê Hikumeta Tirkiyê Hulusî Akar re civiya.
Li gorî Tora Alarabia, Serokerkanê Hêzên Hikumeta Wîfaqa Nîştimanî ya Lîbyayê ji nişka ve serdana Tirkiyê kir. El-Hedad bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Guler re hevdîtin kir.
Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ji rojnameya "El-Beyan" a Îmaratê re axivî û îdia kir ku Tirkiye bi rêya milîsên xwe yên li Terablusê amadekariya êrişeke mezin li ser Sertê dike.
Her wiha ragihand ku di rojên dawî de, balafirên ku bi çekên giran bombebarkirî li balafirgehên Wetiya, Misrata û Mêîtîqayê daketin.
El-Mismarî her wiha diyar kir ku Tirkiyê hewl dide bi hemû rêbazan diyalogên lîbyayî têk bibe, ji ber ku ji çareseriya siyasî ditirse ku wê bi temamî ji Lîbyayê derxîne.
Di civîna komîteya (5+5) de ku komîteyeke leşkerî ye û ji 5 berpirsên leşkerî yên lîbyayî pêk tê, nûnera Neteweyên Yekbûyî ya taybetî li Lîbyayê Stephanie Williams, banga vekirina deriyên sînor, serbestberdana girtiyan û rakirina astengiyên alîkariya Lîbyayê kir. Her wiha bang li her du aliyên nakok jî kir ku nehêlin aliyên derve pevçûnê dirêj bikin.