Cotmeh 19, 2020 09:12 Asia/Tehran
  • NATO: Ceribandina S-400an poşmanî bi pey de tê

NATO, derbarê ceribinadina sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400an de rexneyan li Tirkiyê digre û dibêje, her ceribandineke wê sîstema berevaniyê ya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, eger hatibe kirin, poşmanî bi pey de tê. Ji aliyê din ve medyaya Tirkiyê jî ragihand ku Karwanê S-400an piştî bidawîbûna testê ber bi Enqerê kete rê.

NATOyê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku divê Tirkiye li ser karkirina ligel hevpeymanên xwe berdewm be bo dîtina çareseriyeke alternatîf ji dêlva ceribandina S-400ên Rûsî.

Ev daxuyaniya NATOyê di demekê de ye, ajansên cîhanî belav kirin ku Tirkiyê roja Îna borî li nêzîkê Deryaya Reş, tevî nîgeraniyên NATO û Amerîkayê, sîstema berevaniyê ya Rûsî ceribandiye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî roja Înê li ser heman mijarê amaje bi wê yekê dabû ku agahdarê wan raporan e ku behsa ceribandina sîstema S-400 dikin ji aliyê Tirkiyê ve û bi dijwarî jî wî karî şermezar dikin.

Karwanê ku sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 hilgirtibûn piştî li Sînopê testa wan bidawî bû di nav bajarê Samsunê re derbas bû û ber bi Enqera paytexta Tirkiyê ket rê.

Karwanê S-400an ku ji Enqerê ketibû rê rojên 6 û 7ê Cotmehê di Samsûnê re derbas bûbû û di bin tedbîrên ewlekariyê de gehiştibû Sînopê. Karwanê S-400an piştî testa wan bi dawî bû di ser Samsûnê re ber bi Enqerê ket rê.

Dema derbasbûna karwanê S-400an li Samsûnê gelek tedbîrên ewlekariyê hatin wergirtin, herwiha li navçeyên jêr berpirsyariya cendirmeyan jî cendirmeyan tedbîrên pêwîst wergirtin.

Roja Înê jî Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê wê pêngava Tirkiyê de amaje bi wê yekê dabû ku agahdarê wan raporan e ku behsa ceribandina S-400an dikin ji aliyê Tirkiyê ve û bi dijwarî jî wî karî şermezar dikin.

Serepeyv