Cotmeh 18, 2020 14:19 Asia/Tehran
  • Erdogan îro serdana Şirnexê dike

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji bo vekirina hin projeyên temam bûne û beşdarîkirina kongreya ewil a partiya xwe îro sedana bajarê Şirnexa kurdan dike.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP Erdogan îro Yekşemê 18ê Cotmeha 2020, ji bo tevlîbûna kongreya partiya xwe serdana Şirnexê dike. Şaredariya Şirnexê li ser bîlobordekê bi zimanê Kurdî bi xêr hatina wî kiriye.

Berî serdana  Serokomarê Tirkiyê li Stada Bajêr a Şirnexê ji kongreya AKPê amadehî hatin temamkirin.

Li stata ku pankartên Tirkî û Kurdî hatin daliqandin de qadên ku dê delege deng bidin hatin sererastkirin.

Serokê  Şaxa AKPê yê Şirnex Îbrahîm Halîl Erkan derbarê amadehiyan de axivî û diyar kir ku amadehiya kongreyeke ji bo Şirnexê hem girîng hem jî watedar dikin.

Serepeyv