Cerbandina sîstema mûşekî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve bû sedema hêrsbûna Amerîkayê
Dewleta Tirkiyê pergala mûşekên Rûsyayê yên bi tîpa S-400 li beravên deryaya Reş diceribîne. Ev yek rastî nerazîbûna Amerîkayê hat.
Berdevkê Pentagonê, Jonathan Hoffman kirîna Tirkiyê ya pergala mûşekên rûsî yên S-400 red kir û got, ew derbarê raporên têkildarî bikaranîna wan gelekî bi fikar in, nabe bixe xizmetê.
Hoffman daxuyand ku ev gav dê bandorên xirab li peywendîyên ewlehiya wan a netewî bike û destnîşan kir Tirkiye ji bernama hilberîna F-35 hatiye dûrxistin û pergalên S-400 wekî kelemekê li pêşiya pêşketinên di warên din ên têkiliyên dualî de ye."
Li aliyekî din, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus got Amerîkayê ji hikumeta Tirkiyê re piştrast kir ku kirîna çekên Rûsyayê yên taybet mîna pergala mûşekan a parastina asîmanî ya S-400’î nayê qebûlkirin.
Morgan Ortagus da zanîn bikaranîna dewleta Tirkiyê ya vê pergalê dê bi xwe re nakokiyên muhtemel ên kirêt ji têkiliyên amerîkî-tirkî re di aliyên ewlehiyê de bînin.
Morgan Ortagus wiha domand: "Heke ew yek hat piştrastkirin, dê bi gotinên tûj bikaranîna mûşekên Rûsyayê yên S-400 şermezar bikin. Ji ber ku ew yek li dijî berpirsiyariyên dewleta Tirkiyê ya endamê NATO’yê û şirîkê stratejîk a Amerîkayê ye."