Cotmeh 15, 2020 23:38 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 66 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 66 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine û jimara miriyan li seranserî Tirkiyê gihiştiye 9 hezar û 80 kesî.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 15ê Cotmehê yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye di 24 saetên borî de 1693 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 342 hezar û 143 kesan.

Herwiha di 24saetan de 1408 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 299 hezar û 679 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Bi giştî zêdetirî 12 milyon test hatin encamdan. Îro 1693 nexweşên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran weke xwe berdewam e. Fîlyasyon û îzolasyon bêkêmasî berdewam in. Em dikarin hejmara nexweşan bi pabendbûna tedbîran kêm bikin. Yê ku dê qezenc bike, em ê bibin.”

Serepeyv