Cotmeh 15, 2020 21:24 Asia/Tehran
  • Li Colemêrgê hêzên Tirkiyê 22 welatiyên Kurd desteser kirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Başûrê Rojhilatê Tirkiyê, 22 welatiyên Kurd desteser kirin.

Parlamenterê Colemêrgê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Seit Dede li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye, di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de li Colemêrgê hejmareke zêde ji welatiyan hatine desteserkirin.

Sait Dede dibêje, “xizm û kesûkarên desteserkiriyan bi dilgiranî ve çaverê ne û derbarê sedema desteserkirinê de zanyarî nadin wan. Em li benda zelalkirinê ji aliyê rayedaran ve ne.”

Medyayên Tirkiyê ragihandine, hêzên ewlekariyê yên wî welatî roja Çarşemê 14ê Cotmeha 2020an, li navenda bajarê Colemêrgê û gundê Heştê yê ser bi bajarokê Çelê ve, di operasyonekê de bi ser çend malan de girtine û 22 kes desteser kirine.

Ev operasyona hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê piştî wê yekê tê, ku PKKê roja 8ê Cotmehê du kes li sînorê bajarokê Çelê yê ser bi Colemêrgê ve bi tawana sîxoriya ji bo Tirkiyê kuştibûn.

PKK ragihandibû ku wan du kesan ji bo berjewedniya  dewleta Tirkiyê “sîxorî” kirine û bûne sedema kuştina 5 endamên PKKê.

Serepeyv