Cotmeh 14, 2020 21:38 Asia/Tehran
  • Stenbol; Îmamoglû bertek nîşanî qedexeya ‘Bêrû’ da

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî qedexeya lîstika kurdî ‘Bêrû’ da û diyar kir ku aqlê dewletê nikare hincetên nederbasdar û erzan hilberîne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşayê, bi hinceta “ewlehiyê” duh lîstika şanoya ya kurdî ‘Bêrû’ ku wê ji aliye koma şanoyê ya Teatra Jîyana Nû ve li navçeyê bihatina leystikandin, qedexe kiribû. Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku li taxa Fîkîrtepe ya navçeya Kadikoyê mijûlî çavdêriyê bû, bertek nîşanî qedexeya lîstika ‘Bêrû’ da. 

Îmanoglû diyar kir ku  qedexe nayê qebûlkirin û wiha got: “Lîstikeke kurdî wê welatiyên me kurd biçûna lê temaşe bikira qedexe û sûc e. Aqlê dewletê nikare hincetên nederbasdar û erzan hilberîne. Mecbûr in ku li gorî hiqûqê û qanûnan tevbigerin. Dema vana dibînim gelek xemgîn dibim û aciz dibim.” 

‘EM Ê PAŞDE GAV NAVÊJIN’ 

Derbarê daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya “wê propagandaya rêxistinê terorê bê kirin” de jî Îmamoglû, diyar kir ku perdeya dawîn herî pêkenok a hincetan e û ev tişt got: “Heman lîstik di sala 2014’an de li Şanoya Dewletê hatiye leyîstin. Ev lîstik bi kurdî ji aliyê heman komê ve herî kêm 20-30 caran hatiye leyîstin. 3-4 sal in dilîzin. Niha bi kurdî tê leyîstin. Çi ferq heye? Ji ber vê yekê gelek şaş e, pênasekirineke xerab hatiye kirin. Wê biça darazê. Em ê bibînin wê li darazê çi bibe? Em ê paşde gav navêjin.”

 

Serepeyv