Cotmeh 14, 2020 09:01 Asia/Tehran
  • 13ê Cotmehê; Li Tirkiyê 62 kesên din jî ji ber COVID-19'ê jiyana xwe ji dest dane

Li Tirkiyê ji ber şewba COVID-19'ê 62 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 632 kesên din jî pê ketine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba COVID-19'ê de parve kirin. 

Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî (Heta 13ê Cotmehê) de 58 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 614 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyê heya niha 8 hezar û 957 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 338 hezar û 779.

 

 

Serepeyv