Agirî- Leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û yek jî birîndar bû
Cotmeh 11, 2020 11:50 Asia/Tehran
Medyaya Tirkiyê belav kiriye li Agiriyê di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û hêzên PKK de, şer derket di encama wî şerî de, leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê belav kiriye duhê êvarê derengê şevê li navça Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê li rojhilata Tirkiyê, di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKK de, şer derketiye û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Li gor zanyariyên medya Tirkiyê, leşkerê birîndar bo Nexweşxana Dr. Yaşar Er Yilmaz ya Dewletê li navçeya Bazîdê hatiye veguhestin.