Cotmeh 10, 2020 11:19 Asia/Tehran
  • Ji 'Ajansa Mezopotamyayê' û 'JIN NEWS'ê; 4 rojnamevan hatin girtin

Nûçegihanên ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî hatin girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Rojnamevanên ku bûyera du welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin kiribin û nûçe û bi raya giştî re parve kiribûn, di 6'ê Cotmehê

de hatibûn binçavkirin. Îro sewqî dadgehê hatin û kirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatin girtin. Her wiha belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara rojnameyê ay berê Şukran Erdem jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.

 

 

Serepeyv