Cotmeh 10, 2020 11:19 Asia/Tehran
  • Şirnex; Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin

Li Silopiyayê cotkar îsal ji rewşa fisteqan razî ne û dibêjin, par ji ber pembo xisirîbûn lewma îsal wê bi fisteqan xisara xwe derxin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li navçeya Silopiya ya Şirnexê berhevkirina fisteqan dest pê kir. Par li navçeyê kîloya fisteqan bi 8 lîreyan dihat firotin, lê belê îsal kîlo bi 13 lîre û 25 qurîşan e. Par serê donim 400 kîlo fisteq dihat berhevkirin, îsal serê donim heya 700 kîlo fisteq tê berhevkirin. Lewma cotkar îsal ji rewşa fisteqan razî ne. 

Li gundê Takiyan ê navçeya Silopiyayê ku di navbera Çiyayê Bêxêr û Çiyayê Cûdiyê de ye berhevkirina fisteqna dest pê kir. 

Cotkar Ahmet Yaşar, anî ziman ku fisteqên xwe di meha Nîsan û Gulanê de çandine û piştî 160 rojan dest bi berhevkirina wan kirine. Yaşar, bilêv kir ku serê donim 2 hezar Tl mesref kirine.

Yaşar got: "Îsal qezenca fisteqan baş e. Îsal berdar bûn. Her wiha par kîloya wan bi 8 TL'yan bû, lê îsal bi 13 lîre û 25 qurîşan e. Par em di pembor de xisirîn, lê belê em îsal bi heqê fisteqan xisara pembo jî derxin." 

Yaşar, destnîşan kir ku berê salê carekê fatûre dihat îsal her meh fatûre tê û fatûreyên tên jî pir zêde ne. 

'KÊM E LÊ EM MECBÛR IN'   

Mahmût Guven ku fisteqan dixe çewalan anî ziman ku bi qebale dixebitin û got, yewmiyeya wan 130 TL ye. Guven, diyar kir ku serê çewalekî 2 lîre ji wan re dimîne û got: "Ji ber em li warê xwe dixebitin em kêfxweş in. Heya em biçin bajaran, em li vê derê bixebitin çêtir e. Karê fisteqan mehekê dewam dike. Em 5 kes rojê 300-400 çewal fisteq berhev dikin. Em dibetilin, heqê me kêm e lê em mecbûr in bixebitin." Piştî makîne ji nav erd dertên hin welatî jî fisteqên mayî berhev dikin û yewmiyeya wan jî 65 TL ye. Nêzî 30 jin rojê tonek fisteq berhev dikin. 

 

 

Serepeyv