Cotmeh 09, 2020 17:59 Asia/Tehran
  • Tirkiyê- 58 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 58 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha jimara kesên ku heya niha ji ber nexweşiya Koronayê mirine gihişt 8 hezar û 667 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye di 24 saetên borî de 1615 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 330 hezar û 753 kesan.

Herwiha di 24 saetên de 1398 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 290 hezar û 352 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro 1615 nexweş hatin tomarkirin. Kêmbûna hejmara nexweşên giran berdewam e. Tiştên ku dê belavbûna vîrûsê bixin bin kontrolê, fîlyasyon û îzolasyon in. Eger em pabendî tedbîran bibin, pêwîstiya wan namîne. Em dikarin bi hev re belavbûnê bixin bin kontrolê. Hêzê bidin vê têkoşînê.”

Serepeyv