Cotmeh 08, 2020 13:16 Asia/Tehran
  • Nirxê lîreyê Tirk roj bi roj dadikeve

"Ji ber metirsiyên cezayên Amerîkayê yên muhtemel, şerê li herêma Qefqazê, xerabbûna têkiliyên bi YE`yê re û rewşa aborî, nirxê lîreyê Tirk li hemberî dolarê roj bi roj dadikeve."

Li gorî nivîsa ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Nirxê lîreyê Tirk li hemberî dolarê gihaşt 7.90’an. Îsal ji ber metirsiyên kêmbûna pereyên biyanî li banka navendî û lêçûnên zêde li sûka pereyan, lîreyê Tirk ji sedî 25 ji nirxê xwe ji dest da. Lê belê niha faktora sereke metirsiyên jeopolîtîk in.

Duh (Çarşemê), endamekî Partiya Komarparêz û endamekî Partiya Demokrat a Amerîkayê bang li rêveberiya serok Donald Trump kir ku ji ber kirîna Tirkiyê ya sîstema parastina asîmanî ya S-400, cezayan li Tirkiyê ferz bike. Ev yek piştî raporên ku li ser niyeta Tirkiyê ya ceribandina mûşekên Rûsyayê derketine, pêk hat.

Di heman demê de, piştgiriya Enqereyê ji Komara Azerbaycanê di şerê bi Ermenistanê re yê li herêma Qerebaxê, stres zêde kir. Dê Fransa, Brîtanya û Rûsya îro di rûniştina Cinêvê de hewldanên xwe ji bo bidawîkirina şerê li herêma Qefqasyayê, zêde bikin."

 

 

Serepeyv