Daxwaza Federasiyona Navneteweyî ya Rojnamevanan jibo azadkirina 4 rojnamevanên Kurd li Tirkiyê
Federasiyona Navneteweyî ya Rojnamevanan tevî şermezarkirina girtina çar rojnamevanên kurd ji aliyê dewleta Tirkiyê va, daxwaza azadkirina wan kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Federasiyona Navneteweyî ya Rojnamevanan tevî şermezarkirina girtina çar rojnamevanên Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) û Jin Newsê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiye ji welatên cîhanê ye ku herî pirr rojnamevan têda zindanî ne.
Vê saziya navneteweyî tevî şermezarkirina girtina van kesan ji ber şopandina avêtina xwarê ya du welatiyên kurd ji helîkopterê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê va, daxwaza azadiya wan kiriye.
Rîkardo Gotrêz, Sekreterê giştî yê Federasiyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (EFG) destnîşan kir ku ne tenê divê rojnamevanên navbirî bên azadkirin, belkî mijara ku wan ragihandiye divê were ronkirin.
Antonî Blangêr, Sekreterê giştî yê Federasiyona Navneteweyî ya Rojnamevanan jî destnîşan kir: Ev girtin nîşan didin ku rayedarên Tirkiyê hebûna medyayên azad tehemul nakin.