Cotmeh 08, 2020 10:10 Asia/Tehran
  •  Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin

Li Qersê heta niha 12 kes hatine girtin. Tê payîn Hevşaredar Şevîn Alaca jî di nav de 5 kesên din jî bibin edliyê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Li Qersê li ser fermana Serdozgeriya Komarê di 1’ê Cotmehê de Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê jî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan heta niha 12 kes hatine girtin ." 

7ê Cotmehê; 9 KES HATIN GIRTIN 

"Duh jî 10 kes sewqî edliyê hatin kirin. Ji van Halîl Kan hat berdan û Suat Bayhan, Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Reîs Baykiz, Hamît Daşdelen, Hamdî Erkmen, Medya Tagay, Bulent Agbaba û Omer Albayrak bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Tê payîn îro Hevşaredar Şevîn Alaca jî di nav de 5 kesên din îro bibin edliyê û îfadeyên wan werin girtin."

 

 

 

Serepeyv