Cotmeh 08, 2020 10:10 Asia/Tehran
  • 7ê Cotmehê; Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber KOVÎD-19'ê mirine bû 8 hezar û 609

Li Tirkiyê ji ber şewba KOVÎD-19'ê 56 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 581 kesên din jî pê ketine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba KOVÎD-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 56 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 581 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyê heya niha 8 hezar û 609 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 329 hezar û 138.

Serepeyv