Sefera hişyarker a Sekreterê giştî yê NATO'yê bo Tirkiyê
Cotmeh 06, 2020 17:56 Asia/Tehran
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Sekreterê giştî yê NATO'yê di press konferansa digel Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: NATO nîgerana dûhatên kirrîna S400ê ji aliyê Tirkiyê va û talûkeyên wê jibo balefirên NATO'yê ye.
Wî her wiha got: Girêbestên çekdariyê digel Rûsiyê dikare boykotên Amerîkayê li ser Tirkiyê bisepîne.
Stûlênbêrg bêyî hilêxistin atu helwêstekê, wek bersiva gotinên Çawûşoxlû derbarê piştgiriya ji Komara Azerbaycanê û rexneya ji Ermenistanê got: Em ji hemî aliyên şêrr li Qerebaxê dixwazin ku dawî li pevçûna leşkerî bînin.
Sekreterê giştî yê NATO'yê li Enqerê bi Erdoxên ra jî hevdîtin pêk anî.