Ji 65 şaredariyan tenê 6 şaredarî di destê HDPê de man
Di nava salekê de ji 65 şaredariyên HDP'ê bi riya danîna qeyûman tenê 6 şaredarî di destê wê de man. Di nava vê pêvajoyê de 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 şaredariyên bajaran û 40 şaredariyên navçeyan ji destê HDP'ê hatin derxistin.
Hin şaredariyên ku HDPê qezenç kiribû jî bi riya nedana mazbetayan jê standin. HDP danîna qeyûman weke qirkirineke siyasî dinirxîne. Lê AKP jî berevajî HDP'ê weke karekî hiqûqî dinirxîne.
Danîna qeyûman a li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam e. Herî dawî Hevşaredarê bajarê Qersê Ayhan Bîlgen hate zindankirin û ji kar hate dûrxistin. Di şûna hevşaredarê HDPî de waliyê Qersê weke qeyûm hate danîn.
Yek ji hevşaredarê ku ji kar hatiye dûrxistin jî hevşaredarê navçeya Erxenê ya Amedê Ehmed Kaya ye. Li gorî Kaya, danîna qeyûman li hemberî kurdan girtina riya siyaseta demokratîk e.
Ehmed Kaya, Hevşaredarê ji kar dûrxistî yê Erxenê dibêje, “Mexseda wan îradeya gelê kurd bişkînin û nehêlin kurd şaredariyan îdare bikin. Di bingeha zîhniyeta qeyûman de ev heye; bila kurd xwe bi xwe îdare nekin, bila xwe bi xwe temsîl nekin. Lewre ev ê bibe adetek. Ger kurd hîn bibin xwe sewq û îdare bikin sibê dê daxwaza mafên zêdetir bikin. Ev jî li hisabê wan nayê.”
Pêvajoya danîna qeyûman piştî derbeya 15ê Tîrmeha sala 2016an, di meha mijdara heman salê ji Amedê dest pê kir. Rêveberên AKPê danîna qeyûman huqûqî dinirxînin.
Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2019an jî danîna qeyûman berdewam kir. Amed, Wan û Mêrdîn jî tê de 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 şaredariyên bajaran û 40 şaredariyên navçeyan ji destê HDPê hatin derxistin. Ji 65 şaredariyan niha di destê HDPê de tenê 6 şaredarî mane.
Heta niha 48 şaredarî ketine destê qeyûman û di destê HDPê de tenê 6 şaredarî mane.