Cotmeh 04, 2020 12:18 Asia/Tehran
  •  Di meha Îlonê de 64 rojnameger li Tirkiyê hatin darizandin

Li gorî “Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Îlona 2020’an” a ku ji aliyê "Press In Arrest" ve hat aşkerekirin, li Tirkiyê di nava mehê de 38 dozên çapemeniyê çapemeniyê hatin dîtin û 20 jê jin bi giştî 64 rojnameger di van dozan de hatin darizandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Press In Arrest", “Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Îlona 2020’an” aşkere kir. Li gorî agahiyên di raporê de cih digirin, di meha Îlonê de herî kêm li 7 bajaran di 38 dozên çepemeniyê hatin dîtin û 20 jê jin bi giştî 64 rojnameger hatin darizandin. Ji van rojnamegerên tên darizandin jî re, 7 car cezayê muebeta giran, 970 sal û 10 meh cezayê girtîgehê tê xwestin. Dîsa, derbarê 3 rojnamegeran de, dozên tazmînatê hatine vekirin û bi giştî 340 hezar TL tazmîneta manewî tê xwestin. 

Rojnamegerên di dozên hatin darizandina de, rastî van binpêkirinên mafan hatin: 

"* Aşkere kirina darizandinan herî kêm 10 caran hat binpêkirin. 

* Pêvajoya pandemiyê li ser darizandina rojnamegeran bandor kir. Di 9 dozên 13 rojnameger tê de hatin darizandin, dadgeran bi hinceta şewbê destûr nedan ku çavdêrê bikevin salona dadgehê. Tenê rojnamegerên dihatin darizandin û parêzerên wan tevlî danişînê dibûn. 

* Di 5 dozên 5 rojnameger tê de hatin darizandin de, dibin çavdariya polîs û hêzên ewlekariyê yên taybet de hatin dîtin. 

* Di doza rojnameger Azîz Orûç de şandeya dadgehê bi giştî hat guhertin. Şandeya dadgehê jî ji ber vê biryara dewama girtina Orûç da. 

* Derbarê 15 rojnamegeran de hat xwestin ku cezayê zêde li wan bê birin. 

* Herî kêm 11 rojnameger hatin binçavkirin û ji bo îfadedayînê vexwenndin miduriyeta polîsan. Derbarê van rojnamegeran de yan dest bi lêpirsînê hat kirin, yan jî gilî hat kirin. 

* Derbarê 5 rojnamegeran de jî, bi giştî 21 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.”

 

 

 

Serepeyv