Cotmeh 04, 2020 12:18 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê; 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane

Li Tirkiyê ji ber şewba Covîd-19'ê heta 3ê Cotmehê, 59 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 502 kesên din jî pê ketine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 59 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 502 kesên din jî bi şewbê ketine.

Li gor van daneyan li Tirkiyê heya niha 8 hezar û 384 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 323 hezar û 14.

 

 

 

Serepeyv