Cotmeh 03, 2020 23:23 Asia/Tehran
  • PKK: Nûçeya ''Hêzên PKKê li Ermenistanê şer dikin', derew e

Berdevkê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya PKK’ê Serdem got: "Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji ber şerê Azerbeycan-Ermenistanê derbarê tevgera me nûçeyên derew belav dike, di serî de li dijî gelê me û gelan dixwaze dijminahiyê kûrtir bike.”

Berdevkê Komîtya Têkiliyên Karê Derve ya PKK’ê Ronî Serdem, nerazîbûneke tund nîşanî dewleta Tirkiyê da ku bi şandina çeteyan ji bo Komar Azerbeycanê, şerê Azerî-Eremnî daye destpêkirin û têkildarî nûçe û agahiyên ku Tirkiyê ragihandiye endamên PKKê li Ermenistanê li dijî Komara Azerbaycanê şer dike diyar kir ku nûçeyên wiha ji binî ve derew in û hedefa Tirkiyê ji belavkirina van nûçeyan pînekirina şandina çeteyan bo Komara Azerbaycanê ye.

Berdevk Ronî Serdem li ser navê Komîteya Têkiliyên Karê Derve a KCK’ê ji nûçegihanan re axivî û diyar kir ku dewleta Tirkiyê derewin dike ku alîgirên AKP’ê bi xwe jî wan  bawer nakin.

Serepeyv