Dadgehê biryara girtina 17 rayedarên HDPê da
Ji 20 parlamenter û berprisên HDPyî ku 8 rojan beriya niha di çarçova lêpirsîna bûyerên sala 2014an ên Kobanî de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin, 3 kes bi merc hatin berdan û ji bo 17 kesên din jî biryara girtinê hat dan.
Roja 25ê Îlonê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyoneke berfireh li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk anîbûn û 82 kes ji parlamenterên berê û rayedarên HDPê desteser kiribûn.
Ji wan 82 kesên desteserkirî, îro 20 kes birin pêşberî dadgehê û dadgehê derbarê wan de biryara xwe da.
Li gor medyaya Tirkiyê, dadgehê biryara da herdu parlamenterên berê yên HDPê Altan Tan, Sirri Surreya Onder û endama berê ya Komîteya Navendî ya HDPê Gulfer Akkaya bi merc bêne berdan û ji bo 17 kesên din jî biryara girtinê da.
Dadgehê ji bo biryara girtina wan 17 kesan, gumana ku dê birevin, weke sedem nîşan daye.
Ayhan Bilgen Serokê Şaredariya Qersê, herdu parlamenterên berê yên HDPê Amîna Ayna, Ayla Akat Ata û berdevkê berê yê vê partiyê Gunay Kubilay jî di nava kesên girtî de ne.