Cotmeh 03, 2020 11:14 Asia/Tehran
  • Macron: Dewleta Tirkiyê 300 çeteyên ji Sûriyê şandine Komara Azerbêcanê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştrast kir ku dewleta Tirkiyê derdora 300 çeteyên Sûriyê yên girêdayî xwe şandine herêma Nagornî-Qerebaxê.

Macron îro got: “Li gorî agahiyên li ber destê me, ez dikarim piştrast bikim ku 300 çekdarên Sûriyê ji Gazî Entab ber bi Bakoyê ve bi rêketine.”

Macron da zanîn ku ew çete kesên tundraw in û girêdayî komeke cîhadî ku li herêma Helebê ne. her wiha Macron destnîşan kir ku komeke din bi heman hejmarî tê amadekirin da ku tev li şerê li herêma Nagornî bibe.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Rûsya, Amerîka û Fransayê wê di demeke nêzîk de însiyatîfên aştiyê li herêma Qerebaxê pêşkêş bikin.

Serokwezîrê Ermensitanê Nikole Pashinyan roja sêşemê piştrast kir ku çeteyên ku dewleta Tirkiyê dişîne Qerebaxê, niha li Komara Azerbeycanê ne û hewl didin qanûnên ola Îslamê li şêniyên herêmî pêk bînin.

Serepeyv