Cotmeh 03, 2020 09:52 Asia/Tehran
  • Yewnanistan: Nama Ewropayê ji Tirkiye re zelal e

Serokê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis ku beşdarî civîna Ewropayê bûye got: YE’yê ji bo dewleta Tirkiyê û piştgiriya Yewnanistanê û Qubrisê nameyeke zelal şandiye. Tê zanîn ku civîna Ewropayê ev du roj in li paytexta Belcîkayê Brukselê li dar dikeve.

Kyriakos Mitsotakis diyar kir ku civîn piştrat dike ku pêşxistina têkiliyên di navbera Yekitiyê û dewleta Tirkiyê de girêdayî sekinandina Tirkiye ji kiryarên yekalî ye.

Mitsotakis da zanîn ku civînê bal kişand ser ku dê cezayan li dijî dewleta Tirkiyê ferz bike heka reftarên xwe yên dijminahî berdewam kirin.

Civîna Ewropayê ji bo lêvegera ji tevahiya nêzîkatiyên têkildarî Tirkiye re 1`ê Çileyê veqetandibû.

Li gel wê rêveberên yekitiyê yên di civînê de der barê vekişandina Enqerê ji keştiyên xwe yên li deryaya Qubrisê re, mîna vekişandina ji deryaya Yewnanistanê li hev kiribûn û heke vê yekê neke dê tekane bijardeya ferzkirina cezayan li pêşiya wan bimîne.

Ji 10`ê Tebaxa derbasbûyî ve nakokiya di navbera Tirkiye û gelek dewletên Ewropayê de ji dema ku Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî li gazê digere gurtir bûye.

Serepeyv