Li Erziromê dîmenên bira bizinkoviyan hat kişandin
Li Olura navçeya Erziromê bizinkoviyên nêçîra wan qedexe ye û di bin parastinê da ne ji bo çêreyê bibînin hinekî daketin taxê û dîmenên wan hatin kişandin.
Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Nûçegihanên AAyê dîmenên bira bizinkoviyan a li Taxa Ormanxaziyê ya li nêzî rêbejaya Erzirom-Artvînê diçêriyan kişandin.
Li nevçeya avûhewaya Behra Reş lê heye bizinkovî demekê şûnda berê xwe dan çil û çiyan û ji çavan dûr ketin.
Hakan Selçukê tebîethez di daxuyaniya xwe da diyar kir ku nêçîra bizinkoviyan qedexe ye, ji ber ku xweşikahiyeke wiha dît gelekî kêfxweş bû.
Canan Şîmşeka wezîfedara danasînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê got ji bo wezifeyê hatin navçeyê ji ber ku bizinkovî dîtin hem şaş û metel man hem jî gelekî kêxweş bûn.
Şîmşekê bal kişand ser girîngiya parastina bizinkoviyan û got dibê zirarê nedin jiyana beyanî.