Cotmeh 02, 2020 13:24 Asia/Tehran
  • Dewama dijayetiya digel HDPê li Tirkiyê; Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin

Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de ji 20 siyasetmedarên 9 roj in di binçavan de bûn 17 siyasetmedar hatin girtin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê û parlamenterên HDP’ê yên berê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. 20 siyasetmedarên HDP’yî ku 9 roj bûn di binçavan de duh birin Edliya Enqereyê û îfadeyên wan hatin girtin. Îfadedayîn û biryara dadgehê heta vê sibehê dewam kir. Piştî îfadeyên siyasetmedaran qediyan, dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya da û Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur jî di nav de derbarê 17 siyasetmedaran de biryara girtinê da. 

Navê siyasetmedarên hatin girtin wiha ne: 

"Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê yên HDP'ê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur, Endamê MYK'a HDP'Ê Alp Altinors, endamên berê yên MYK'a HDP'ê; Bîrcan Yorulmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kubilay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Oduncu, Îsmaîl Şengun û Cîhan Erdal, Hesabgirê Giştî yê berê yê HDP'ê Zekî Çelîk, endamê RTUK'ê yê HDP'ê Alî Kurkut û parlamentera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun." 

Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê nivîsî: "Beriya parêzer bikevin ewyana dadgehê dadger biryar xwend. Parêzer û parlamenterên HDP’ê yên li ber ewyanê sekinîbûn dirûşmên “Parastin wê bêdeng nebe” û “HDP bêdeng nebû û wê bedeng nebe” berz kirin û bertek nîşandan." 

BIRYARA SOSRET: GUMANA REVÊ 

Li gorî nivîsa Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, "Di biryara dadgerê de hêceta girtinê "gumana revê" hat nîşandan. Di biryarê de hat gotin ku tevdîra girtinê jî pîvankirî ye." 

 

 

Serepeyv