Cotmeh 01, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Li Qersê 19 berpirs û endamên HDPê hatin girtin

Li bajarê Qersê yê rojhilatê Tirkiyê, 19 kes bi tometa endametiya PKKê hatin girtin.

Li bajarê Qersê, îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di operasyonekê de, 19 rêvebir û endamên HDPê bi tometa endametiya PKKê girtin.

Hat zanîn, Hevseroka şaredariya Qersê, Şevîn Alacan û hejmareke endamên din yên encûmena şaredariya Qersê di wê operasyonê de hatine girtin.

Hefteya borî jî, derbarê bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an de, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, derbarê 82 berpirsên HDPê de biyara girtinê hatibû dayîn, operasyona îro jî berdewamiyê wê operasyonê ye.

Duhî jî Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku bi hinceta bûyerên Kobanê pênc roj berê hatibû girtin, dest ji serokatiya şaredariya Qersê berda.

Serepeyv