Îlon 29, 2020 13:06 Asia/Tehran
  • Girtina Endamên HDPê li gelek bajarên Tirkiyê hate şermezarkirin

Li Enqere, Mêrdîn û Şirnexê li dijî operasyonên girtina endamên HDP ku kurdên Tirkiyê wê wek qirkirina siyasî dizanin çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Çalakiyên protestoyî yên li dijî operasyonên girtina endam û siyasetmedarên HDP'î dewam dikin. Li Enqere, Mêrdîn û Şirnexê desthilatdariya AKP-MHP'ê hat şermezarkirin.

Platforma Jinan a Enqerê li avahiya Sendîkaya TUMBEL-SEN'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyona girtina endam û siyasetmedarên HDP'ê biryareke siyasî ye û di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin: "Em zanin ku eger em li ber xwe nedin, em ê nikaribin nefesê bigirin."

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî li dijî operasyonên girtina endam û siyasetmedarên HDP'ê li avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî got, "Ew ê winda bikin, em ê bi ser bikevin." Tîryakî diyar kir ku ya hatiye kirin operasyoneke siyasî ye û got, "Desthilatdariyê operasyona qirkirina siyasî kiriye. Hewl dide HDP'ê bêdeng bike."

Tîryakî destnîşan kir ku HDP'ê çok netewand, wê netewîne jî û got, "Wê bi ser nekevin."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr daxuyaniyek hate dayin. Tevî endamên HDP'ê her wiha aktîvîstên TJA'yê jî tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê bi eniya antîfaşîst, aştiyê ava bikin, demokrasiyê ava bikin. Em ê rejîma dewleta partiyê ji holê rakin."

Serepeyv