Îlon 28, 2020 14:00 Asia/Tehran
  • Li Geverê; Herêma Cîlo û Sadê veguherîn 'Parka Neteweyî'

"Biryarname di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hatibû weşandin û herêma çiyayên Cîlo û Sadê wekî "Parka Neteweyî" hatibûn ragihandin."

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li Tirkiyê 45 "Parkên Neteweyî" hene. Yekem car di 31'ê Gelawêja 1956'an de li gor Xala 25'an a Zagona Daristanê biryar hatiye girtin. Heta niha hin cih ketine nava vê biryarê, hin jê hatine derxistin. Ji herêmên kurdnişîn herî dawî herêma Cîlo û Sadê ku li Gevera Culemêrgê ne, veguherandin 'Parka Neteweyî'.

Ji herêmên kurdnişîn "Çiyayê Agirî" (17.11.2004'an de hat ragihandin), "Newala Botanê" ya li Sêrtê (15.08.2019), li Culemêrgê "Çiyayên Cîlo û  Sadê" (26.07.2020), li Mûşê "Meydana Melezgîrê ya Şer" (05.02.2018), li Dêrsimê "Newala Mûnzûrê" (21.12.1971), Li Semsûrê "Çiyayê Nemrûdê" (07.12.1988), Li Erzerok-Qersê "Çiyayên Allahuekber-Sariqamiş" (19.12.2004), li Rihayê "Çiyayên Tek Tekê" (29.05.2007) girtibûn nava "Parka Neteweyî".

Herî dawî roja  26'ê Tîrmeha Îsal  "Çiyayên Cîlo û  Sadê" girtibûn nava Parka Neteweyî û ew biryar di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat weşandin.

Ev her du der li nav sîronê Geverê ne û ji Culemêrgê jî 50 mîlometre dûr in. Bilindahiya van deran 3 hezar û 400 metre ye.

Çiyayê Cîlo û Golên Cemedê yên Sadê ku xwezayeke xweşik e, gel û tûrîst her diçin serdana wir. Her wiha gelek çiyager jî li wan deran hildikişin û digerin.

Li cihên ku wekî Parkên Neteweyî têne qebûlkirin têne parastin lê hin cih ji vê statuyê têne derxistin jî. Mînak Newala Goreme (Li Nevşehîra Tirkiyê) di sala 1986'an de wekî Parka Neteweyî hatibû ragihandin lê di sala 2019'an de ev statuya wê hat betalkirin.

Li Çiyayê Ciloyê mirov dikare çar demsalan bi hev re bibîne.

Serepeyv