Hevseroka HDP'ê: "HDP’ê çong danenî û wê daneyne"
Hevsroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî operasyona li dijî partiya wan bersiv AKP’ê da û got: “HDP’ê serî netewand. Çond danenî. Wê çong daneyne û bila ev jî ji we re bibe derd. Ez bang li muxalefetê dikim ku li dijî êrişan bibin yek.”
Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî operasyona bi boneya çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatibûn li ser partiya wan hat birêvebirin civîna çapemeniyê li dar xist.
Bûldan got: “Hevalên me ku duh binçavkirin demildest anîne Enqereyê. Bi kêliya operasyonê re hem me û hem jî destekvanên me xwedî li hevalên me derketin. Em carek din spasiya partiyan hemû û sazî û kesên piştevaniya me kirine dikin.” DEWAMA DARBEYÊ Bûldanê operasyonê wek “operasyonek siyasî” pênase kir û got: “Îqtîdara ku hilbijartina 7’ê Hezîranê li xweşa wê neçû, dixwaze ji wê rojê heta îro tola xwe ji HDP’ê hilîne. Axaftina Bûldan wiha ye: “4 sal in Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên me, hevşaredarên me û bi hezaran hevlên me hêj di hepsê de ne. Ji wê rojê ve operasyon li dijî partiya me didomin. Tu demê navber nedanê. Dixwazin destkeftiyên kurdan hemû desteser bikin. Şaredarên me destesr kirin û hevşaredarên me girtin. Her roj operasyon li ser operasyonê pêk tên û rêveberên navenda me, bajaran û navçeyan binçav kirin. Dixwazin me ji siyasetê dûr bikin. Ev operasyon heta kêliya duh jî dom kirin. HDP bi oprasyonek nû re ne rûbirû ye. Ev operasyon dewama operasyonên din e. Ev hewldana darbeyê ye. Di heman demê de ev dewama darbeyên siyasî yên AKP’ê ye.
ME SERÎ NETEWAND Û EM Ê NETEWÎNIN
Bûldan her wiha got: "Heke êriş ji AKP’ê were, divê têkoşîn jî ji muxalefetê were. Îro hin bêtir dem dema yekbûnê, hin bêtir dema em mil bidin milê hev e û divê îro bêtir rê û rêbazên meşa bi hev re werin dîtin. Ez dixwazim destnîşan bikim ku gelên Tirkiyê wê hemû bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin. Bila şik û gumana kesî ji vê tune be. Yên tên bindestkirin wê serkeftiyê vê pêvajoyê bin. HDP wê di vê pêvajoyê de bi ser bikeve. HDP’ê serî netewand. Çond danenî. Wê çong daneyne û bila ev jî ji we re bibe derd. Ez bang li muxalefetê dikim ku li dijî êrişan bibin yek."