Îlon 26, 2020 16:25 Asia/Tehran
  • Salih Muslim:

Salih Muslim operasiyona roja Îniyê li Tirkiyê li dijî HDPê wek xweşbûna rewşê jibo şerê navxweyî li Tirkiyê da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Hawar Newsê, Salih Muslim, endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD) wek berteka li hemberî girtina 82 çalakên siyasî yên kurd ên Tirkiyê ji wan nûnerên berê yên Parlimana vî welatî yên ser bi Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP), ev kiryar xweşkera rewşê jibo şerê navxweyî li Tirkiyê da zanîn.

Salih Muslim, endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD) ragihand: "Deriyên şerê navxweyî li Tirkiyê hatine vekirin. Dema ku armancên xwe li derveyî sînorên Tirkiyê bi dest nexistin, êrîşî hundir kirin û dema ku li hundir jî tiştek bi dest nexistin, dest bi xerakirinê kirine. Heyfa welatekî ewqas bedew. Bi operasiyona herî dawî ku li dijî HDPê pêk hatiye, deriyên şerê navxweyî li vî welatî hatine vekirin."

Serepeyv