Îlon 26, 2020 09:01 Asia/Tehran
  •  Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan

Berdevkê Partiya Pêşerojê Selîm Temûrcî, bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê da û got: “Divê êdî çerxa siyaseta bekayê ya li welat bê guhertin.” Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin jî, got; “Heyfa welatê me.”

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Di “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî HDP’ê hat destpêkirin, li 7 bajaran derbarê 82 siyasetmedaran de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Bertekên li dijî operasyona li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê û Berdevkê Partiyê Selîm Temûrcî, diyar kir ku ew neçar in li dijî hemû awayên terorê têbikoşin û got: “Belê rast e teror xeta sor a me hemûyan e. Lê hûn nikarin partiyek siyasî ya li hemberî xwe weke terorîst îlan bikin û bixin amûrê darazê. Heya ku ev helwest hebe, em ê nekarin Tirkiya demokratîk ava bikin. 6 sal bi ser bûyerên Kobanê re derbas bûn. Gelo piştî 6 salan çima ev biçavkirin? Ma hev mirov berê nehatibûn darizandin?

Em pirs dikin? Hûn dixwazin dijberên xwe xayîn û çete îlan bikin û bi vî awayî li ser siyaseta bekayê (mayîndetiyê) qoltixên xwe biparêzin. Divê êdî ev çerx bê guhertin. Pêwîst e ku em vê listikê bibînin û bi hev re xirab bikin. Nêrîna me ya siyasî çi dibe bila bibe, divê em li dijî zilmê û neheqiyê rawestin û ezmûna vê yekê bidin.” 

PARTIYA SAADETÊ: "HEYFA VÎ WELATÎ YE" 
Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin jî, li ser hesabê xwe yê medya civakî bertek nîşan da û wiha got: “Bi înat baweriya bi edaletê, tê hejandin. Gelo piştî 6 salan çi guherî. Ji xwe darizandin çêbibû û hatibûn berdan. Divê desthilatdarî, dest ji van kiryarên xwe berde. Ger ev mirov sûcdar in; wê demê dadger û dozgerên vî welatî berî 6 salan li ku derê bûn? Kes tu wateyê nade van binçavkirinan. Heyfa mirovên me û welatê me ye.”

Serepeyv