Îlon 26, 2020 08:36 Asia/Tehran
  • Kilîçdaroxlû hevdengiya xwe digel HDP'ê ragihand

Kemal Kilîçdaroxlû di têkiliya telefonî digel Sencer wek berteka li hemberî biryara girtina 82 siyasetmedarên kurd li Tirkiyê hevdengiya xwe digel HDPê ragihand.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Bîrgunê, Kemal Kilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) di têkiliya telefonî digel Midhet Sencer, Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) tevî ragihandina hevgirtin û hevdengiya xwe digel vê partiyê, kiryara Dozgeriya Komarê ya Tirkiyê li Enqerê şermezar kir.

HDPê bi weşandina daxuyaniyekê di vî warî da ragihand: Di vê têkiliya telefonî da Hevserokê HDPê hûrgilî raberî Kilîçdaroxlû kirine. Sencer careke din pêgirî kiriye ku ev êrîş li dijî demokrasî, azadî û aştiyê pêk hatiye. Hikûmet li nav û derveyî welêt di astengiyê da ye û ji ber vê yekê bi zêdekirina zextên xwe li dijî GDPê hewil dide ku jibo nixûmandina rewşa heyî û bidestxistina hêzza dubare hin kiryaran pêk bîne. Ev êrîş di esas da bi riya HDP û li dijî gişt opozîsiyonê pêk tê û tenê bi têkoşîneke hevpar em dikarin pêşiya wê bigirin."
Kilîçdaroxlû jî got: "Ev operasiyoneke siyasî ye, Êrîş û operasiyonên wiha li dijî opozîsiyonê bi wateya asêbûna desthilata siyasî di her warekî da ye. Em di vê pêvajoyê da pişta HDPê digirin û hevgirtina xwe digel vê partiyê radigihînin."

Serepeyv