Tirkiye 6 hemwelatiyên Iraqê radestî Bexdayê dike
Îlon 25, 2020 20:52 Asia/Tehran
Serdozgerê parêzgeha Samsun a Tirkiyê biryar da ku şeş welatiyên Iraqê vegerîne welatê wan.
Şeş welatiyên Iraqî di operasyoneke ewlehiyê de hatibûn desteserkirin û ji aliyê dadgehê ve bi wê yekê hatin tohmetbarkirin ku peywendiya wan bi rêxistina DAIŞê ve heye.
Hêzên Dije-Terorê yên li Rêveberiya Ewlehiya Samsunê roja duşemê 14 kes bi gumana hebûna peywendiyên wan bi DAIŞê ve, desteser kiribûn.
Piştî lêpirsînê, 6 kesên Iraqî ji aliyê serdozgeriya Tirkiyê ve hatin derxistin û biryara vegerandina wan bo Iraqê hat dayîn.