Îlon 25, 2020 09:27 Asia/Tehran
  • Melayê ku ji ber mewlûda Kurdî li Tirkiyê hatibû girtin li zindanê ji dinê çû

Melayê Kurd Elî Boçnak ku ji ber xwendina mewlûda bi Kurdî hatibû girtin li girtîgehê canê xwe ji dest da.

Li gorî Rudawê, li bajarê Qers ê rojhilatê Tirkiyê sala 2009an hêzên emnî yên Tirkiyê di çarçova “operasyonên dijî KCKê” hejmarek kes desteser kiribûn û derbarê hejmarek kesan de jî lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Melayê Kurd ê bi navê Elî Boçnak jî yek ji wan kesan bû ku lêpirsîn derbarê wî de hatibû destpêkirin û di encama lêpirsînê de dadgehê bi tohmeta ku mewlûda Kurdî xwendiye 7 sal û 8 meh cezayê zindanê dabû Boçnak.

Ew melayê Kurd ê 76 salî piştî ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hat pesendkirin, sala 2017an bo zindana Tîpa L ya Patnosê hatibû veguhastin û tevî temenê mezin û rewşa tendirustiya wî ya xirab, ji girtîgehê nehatibû berdan.

Li ser daxwaza malbatê Saziya Pîzişkiya Dadwerî raporek derbarê wî de hatibû amadekirin û tê de hatibû gotin, “rewşa tendirustiya wî guncaw e” ku di girtîgehê de bimîne.

Lêbelê rewşa wî melayê Kurd li zindanê her ber bi xirabbûnê ve çû û duh li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Biryar e termê Elî Boçnak ê 76 salî li Qersê di bin xakê de bê veşartin.

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) jî peyamek belav kir û got, “Mirina Elî Boçnak ê 76 salî di girtîgehê de ku ji ber mewlûda Kurdî hatibû girtin û nexweşiya giran hebû, tawan e.”

Di peyama HDPê de hatiye gotin, “Mixabin girtiyê nexweş Mele Elî îro li zindanê, ji nav me bar kir. Hêrs û kerba me zêde, azara me giran e. Xwedê bi rehma xwe şa bike, serê malbatê û serê gelê me sax be."

Serepeyv