Erdhejekê Stenbol hejand
Îlon 25, 2020 08:35 Asia/Tehran
Li bajarê Stenbol ê Tirkiyê erdhejek çê bû. Li gor zanyariyan ew erdhej bi hêza 4.2 pileyê Rîşter çê bû.
Li gor zanyariyan îro di saet 16.38an de li herêma Marmarayê erdhhejek çê bû ku li Stenbolê jî hest pê hat kirin.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) derbarê erdhejê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kirk u erdhej bi hêza 4.2 pileyê Rîşter çê bû.
Her li gor zanyariyên hatine belavkirin ew erdheja ku li beravên Eregli li herêma Marmara çê bû, bi kûrahiya 6 kîlometran bin erdê pêk hatiye.
Parêzgariya Stenbolê jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Li Stenbolê jî hest bi erdhejê hat kirin. Heta niha ziyaneke ji ber erdhejê nehatiye ragihandin.”