Semsûr; Berhevkirina fistiqan dest pê kir
Îlon 24, 2020 09:19 Asia/Tehran
Li Golbaşiya navçeya Semsûrê berhevkirina fistiqan dest pê kir.
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Gedîkliya gundê ser navçeyê hilberîneran dest bi berhevkirina fistiqan kir û ji ber xêr û bereketa îsal rûyê wan geş e.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Erdal Yilmaz daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir îsal rekolteya fistiqan zêde ye.
Yilmaz diyar kir, li navçeyê ser 37 hezar 'dagarî' darên fistiqan hene û wiha dewam kir: "Li navçeya me di nav cureyên fêkiyan da fistiqa Dîlokê (Antep) cihekî girîng digre. Weke 'Ben' an jî 'Gevel' tê binavkirin û ji bo çerez e. Bihayê wê vê gavê di navbera 18 û 22 lireyî da diguhere."