Îlon 24, 2020 09:19 Asia/Tehran
  •  Li Rihayê alîkariya

Li Rihaya (Şanliurfa) bajarê bi çanda xwarin û xurekê tê zanîn dest bi çêkirina salçeya îsotan a di nav gel da wekî "reçela îsotê" jî tê binavkirin kirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li bajêr malbatên bi karê îsotan ra eleqedar dibin di çarçoveya amadehiyên zivistanê da ji bazarê îsotan dikirin paşê ji îsotên sor ên tûj li mal an jî baxçeyên xwe bi keda zend ü bendan salçeyê çêdikin.

Îsota piştî ku bi rûnê zeytûnan va tê lihevxistin dibe "reçela îsotan" û ji bo zivistanê tê amadekirin.

Murat Mermerê Alîkarê Serokê Koperatîfa Hilberînerên Îsotê ya Rihayê (ŞÎKOP) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di vê demsalê da "reçela îsotê" tê çêkirin.

Mermer destnîşan kir ku îsotên li bajêr tên hêşinkirin ji bazara halê tên kirîn, jin wan paqij dikin paşê li makîneyê dixin û li ber tavê dixin salçeya îsotê.

 

- Di taştê da jî tê xwarin

Mermer diyar kir ku reçela îsotê di nav xwarinan da û bi taybetî jî li sifreyên taştêyan tê xwarin û wiha pê da çû :

"Li bajêr reçela îsotê di taştêyan da bi hêkê yan jî rûn tê çêkirin û tê xwarin. Bihayê kîloya reçela îsotê îsal bi 25-35 lireyî tê firotin. Herî zêde gelê Rihayê dixwe ji ber vê jî li Rihayê zêde eleqeyê dibîne."

Zelîha Işikayê jî got reçela îsotê herî zêde di taştê da tê xwarin, îsotên ku jin paqij dikin rojekê tên sekinandin û paşê li makîneyê dixin û li ber tavê tên hişkkirin.

Işikayê wiha xeber da: "Bêyî reçela îsotê taştêya me nabe. Bi taybetî di taştêyan da sade, bi hêkê an jî goşt va tê sorkirin û xwarin."

Muhammed Bakir Mermerê hilberîner jî diyar kir ku reçela îsotê dişînin gelek bajarên Tirkiyê.

Mermer got ku li gor rewşa hewayê reçela îsotan di navbera 3-5 rojan da tê amadekirin û wiha axivî: "Em havînê bi taybetî jî mehên tebax û îlonê reçela îsotê çêdikin. Îsal ji ber vîrusa koronayê eleqe hinekî kêm e. Bihayê me jî li gor qelîteyê di navbera 25 û 30 lireyî da diguhere."

Serepeyv