Îlon 23, 2020 22:16 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê civîna taybet bi cezakirina Tirkiyê paş xist

Encûmena Yekîtiya Ewropayê biryar da ku civîna taybet bi gotûbêjkirina cezakirina Tirkiyê paş bixe bo 1 û 2ê meha Cotmehê.

Piştî kêmî yek saet ji daxuyaniya Tirkiyê ku têde sîstema nû ya agahdarkirina keştiyên deryayî li bakurê Deryaya Ege li Girava Lemnosê ragihand, Encûmena Yekîtiya Ewropayê civînên rojên 24 û 25ê vê mehê yên taybet bi gotûbêjkirina cezakirina Tirkiyê paş xist.

Daxuyaniya ku Tirkiyê ragihandiye, têde keştiyên Tirkiyê agahdarî keştiyên Yewnanistanê di nav ava deryayî ya wî welatî de dikin û divê keştiyên Yewnanistanê ji nav wê avê paşde vekişin û rê bidin keştiyên Tirkiyê daku geştên xwe bikin.

Çend berpirsên Ewropî ku nexwestine navên wan bên eşkerekirin di wê baweriyê de ne, sedema paşxistina civînên Encûmena Yekîtiya Ewropayê ew e ku derfetekê bidin Tirkiyê daku tevgera xwe di ber çav re derbas bike û aloziyên li navçê ber bi kêmbûnê ve bibe.

Serepeyv