Îlon 23, 2020 08:30 Asia/Tehran
  • Tirkiye-Di 24 saetan de 65 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 639 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 22ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 saetên borî de 1692 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 306 hezar û 302 kesan.

Herwiha di 24 saetan de 1261 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 269 hezar û 696 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 1.522yan. Daketina rêjeya zatureyê didome. Îro 1.692 nexweşên me yên nû hene. Bi pabendbûna tedbîran, em alîkariya xebatkarên tendirustiyê bikin, ku bi roj û şev ji bo me dixebitin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Serepeyv