HDP`ê bi nûnerên 26 welatên YE`yê re civiya
Heyeta bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi nûnerên 26 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re civîneke onlîne pêk anî.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy û endamê komîsyonê Nazmî Gur, bi malovaniya Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê, civîneke onlîne bi nûnerên sefîrên 26 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re kirin.
Di civînê de ku têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê û aloziya li rojhilatê Derya Spî hatin nirxandin, 'rojeva taybet polîtîkayên tecrîdê yên nehiqûqî yên li dijî Abdullah Ocalan' û mijarên din.
Di civînê de ku saetekê dewam kir, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku li dijî rêveçûna Tirkiyê ya otorîterbûnê, divê Yekîtiya Ewropa û welatên endam helwesteke hevgirtî nîşan bidin. Bûldan diyar kir, serweriya hiqûqê û demokrasî di têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de divê diyarker bin.