Îlon 21, 2020 15:06 Asia/Tehran
  •  Qibrisê: Ji bo rewastandina tevgera Tirkiyê li Deryaya Spî divê ceza li ser bên ferz kirin

Îro wezîrê karên derve yê Qibrisê Nikos Christodoulides ji bo rawestandina tevgerên dewleta Tirkiyê yên neqanûnî li rojhilatê Deraya Spî bang li Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku cezayan li ser dewleta Tirkiyê ferz bike.

Wezîrê karên derve yê Qibrisê ji dezgehên çapemeniya Yewnanistanê re diyar kir ku dewleta Tirkiyê bi biryara xwe ji bo dirêjkirina karê keştiya lêgerînê li herêma aborî ya taybet bi Qibrisê, bilindkirina asta rageşiyê bi Qibrisê re pejirandiye.

Wezîrê karên derve yê Qibrisê da zanîn ku Enqerê bi van gavan armancên xwe zelal kirin, lewma li rojhilatê Deryaya Spî şantajan dike û ji ber vê yekê gelek dewlet aciz bûn.

Beriya rojekê ji daxuyaniyên wezîrê karên derve, wezîrê parastinê yê Qibrisê Charalambos Petrides hişyarî ji domandina şantajên dewleta Tirkiyê li herêmê dabû ku ew ji rewşa li rojhilatê Deryaya Spî bi fikar in.

Wezîrê karên derve yê Qibrisê ji çapemeniyê re destinîşan kir ku divê YE peyameke cidî bide dewleta Tirkiyê ku yekitiya helwesta xwe li hemberî tevgerên dewleta Tirkiyê yên neqanûnî li rojhilatê Deryaya Spî  piştrast dike.

Serepeyv