Îlon 20, 2020 12:53 Asia/Tehran
  •  Li Îdirê jin ji bo sifreyên zivistanê rişteyê çêdikin

Li Îdirê êdî hewa sar dibe û jinên li herêmê dest bi çêkirina rişteya bi salan e tê çêkirin kirin. Jin rişteyê têl têlî qet dikin û hişk dikin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tuzlucaya navçeya bajêr jinên malan ketine tatêla çêkirina rişteya ku zivistanê tê xwarin.

Jinên li baxçeyên xwe cî amade kirin ji aliyekî va hevîrê rişteyê hasil dikin ji aliyê din va jî rişteya têl têlî radixin da ku hişk bibe.

Rişteya piştî hişkkirinê tên komkirin di firinan da hinekî tê qelandin û paşê ji bo zivistanê werin xwerin tê paketkirin.

- Malbat ya zêde bimîne jî difroşin û pê tevkariyê didin aboriya xwe

Jin rişteya xwarinê paket dikin vedişêrin û ya zêde jî bi piştgiriya Şaredariya Tuzlucayê dişroşin û tevkariyê didin aboriya malbatê.

Ahmet Saît Sadrettîn Turkanê Şaredarê Tuzlucayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo jinan tevlî hilberînê bikin Projeya Jinên Jîr a Tuzlucayê dan destpêkirin.

Turkan diyar kir ku bi hevkariya gel û şaredariyê seferberiya hilberînê dan destpêkirin û wiha axivî: "Jinên vê derê bi îmkanên xwe va mêwe û sebzeyên li baxçeyên xwe direşînin dikin dinirxînîn, reçel, dimis û gelek xurekên din çêdikin. Jinên herêma me ji arê ku li aşan hêrandine va rişteyê çêdikin."

- Şaredariya Tuzlucayê îmkana bazarê dide

Nurguzel Bozdaşa jin diyar kir ku ji rişteya çêdike va tevkariyeke rind dide aboriya mala xwe.

Bozdaşê destnîşan kir ku bi piştgiriya şaredariyê da firsendê dibînin amûrên xwe difroşin û wiha axivî: "Jinên ji Tuzlucayê berê bi tenê ji bo malên xwe rişte çêdikirin nika ji bo pere jî qezenc bikin çêdikin."

Senek Gungora rişte çêdikir jî destnîşan kir ku hem ji bo amadehiyên zivistanê hem jî ji bo dahatê rişteyê çêdikin.

Gungorê diyar kir ku jinên li herêmê tên ba hev bi hev ra rişteyê çêdikin û wiha pê da çû: "Şaredariya me jî ji bo em tiştên xwe bifroşin îmkanan dide me. Em hem pere qezenc dikin hem jî amadehiyên xwarina malbata xwe ya zivistanê dikin."

 

 

 

Serepeyv