Îlon 19, 2020 12:07 Asia/Tehran
  • HDP: Endamekî me hat revandin û îşkencekirin

HDPê ragihand ku endamekî rêveberiya wan li Amedê ji aliyê çend kesên ku xwe wek karmendên îstîxbaretê nasandine ve hatiye revandin û îşkencekirin û paşê li daristanê hatiye bicî hiştin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li hejmara fermî ya Twitterê hatiye belavkirin, endamê rêveberiya partiya wan ê bi navê Serhat Aktemur li Amedê ji aliyê çend kesên ku xwe wek karmendên îstîxbareta Tirkiyê (MIT) nasandine ve hatiye revandin.

HDPê aşkere kiriye ku Serhat Aktemur ji aliyê wan çend kesan ve hatiye îşkencekirin û paşê li daristanekê ew endamê wan hatiye dîtin.

HDP tekez dike, “Ti endamek me ne bi tenê ye! Em dê hesaba vê kiryara çete bipirsin û dest ji vê bûyerê bernedin.”

Serepeyv