Îlon 19, 2020 11:13 Asia/Tehran
  • Hejmara pêketiyên Koronayê li Tirkiyê gihêşt derdora 300 hezar kesî

Wezareta Tendrsutiya Tirkiyê înê şevê li bara tomarkirina 1771 tûşbûyiyên vîrûsa Koronayê li vî welatî li 24 saetên derbasbûyî agahî da û ragehand ku hejmara pêketiyên Koronayê li Tirkiyê gihêştiye 299810 kesî.

Wezareta Tendrsutiya Tirkiyê  hejmara goriyên vîrsa koronayê li vî welatî jî heft hezar û 377 kes ragehand ku ev reqema pêka amara roja duşemiyê 62 kesan zêde bûye. 

 Amara tûşbûn û mirina ji ber Koronayê li rojên derbasbûyî cardin zêde bûye. 

 Li gor dawîn amaran heta niha zêdetir ji 30 milyon û 536 hezar kes li cîhanê bi vê vîrûsê ketine ku ji vê hejmarê  nêzîkî 22 milyon û 206 hezar kes baş bûne û ji nexweşxanan derketine. Herî kêm 953 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane. 

Serepeyv