Girtina 16 welatiyên iraqî yên gumanbarê hevkariya bi DAIŞ`ê re li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319618-girtina_16_welatiyên_iraqî_yên_gumanbarê_hevkariya_bi_daiŞ_ê_re_li_tirkiyê
16 welatiyên iraqî yên gumanbarê têkiliya tev Koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Enqera paytexta Tirkiyê hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2020 19:19 Asia/Tehran
  •  Girtina 16 welatiyên iraqî yên gumanbarê hevkariya bi DAIŞ`ê re li Tirkiyê

16 welatiyên iraqî yên gumanbarê têkiliya tev Koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Enqera paytexta Tirkiyê hatin girtin.

 Li gorî rapora Anadolu Newsê, li operasyona rawestana li ber terorîzmê polîsê Enqerê, 19 welatiyên iraqî ji ber hevkariya bi koma terorîstî ya DAIŞê, hatin gitin. 

 Polîsê Enqerê her wiha ragehand ku hewldana hêzên ewlehiyê bona girtina sê gumanbarên din ku revyayî ne didome. 

 Tirkiye ku pêştir tawanbarê hevkariya bi endamên DAIŞ`ê re bû li salên derbasbûyî bi heceta girtina pêşiya terorîsmê, kiryarên berfireh bona girtina pêşiya derbasbûna kesên tawanbarê terorîsmê ji Sûriyê û Iraqê  bo Tirkiyê destpê kiriye.