Girtina 16 welatiyên iraqî yên gumanbarê hevkariya bi DAIŞ`ê re li Tirkiyê
Îlon 17, 2020 23:49 Asia/Tehran
16 welatiyên iraqî yên gumanbarê têkiliya tev Koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Enqera paytexta Tirkiyê hatin girtin.
Li gorî rapora Anadolu Newsê, li operasyona rawestana li ber terorîzmê polîsê Enqerê, 19 welatiyên iraqî ji ber hevkariya bi koma terorîstî ya DAIŞê, hatin gitin.
Polîsê Enqerê her wiha ragehand ku hewldana hêzên ewlehiyê bona girtina sê gumanbarên din ku revyayî ne didome.
Tirkiye ku pêştir tawanbarê hevkariya bi endamên DAIŞ`ê re bû li salên derbasbûyî bi heceta girtina pêşiya terorîsmê, kiryarên berfireh bona girtina pêşiya derbasbûna kesên tawanbarê terorîsmê ji Sûriyê û Iraqê bo Tirkiyê destpê kiriye.